9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Polîtbîroya PDK 45. Salvegera rojnama El Teexî pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Bi helkefta 45. Salvegera derketina rojname ya (El Teexî), Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê birûskek pîrozbahiyê pêşkêşî sernivîskar û karmendên rojname ya El Teexî kir, eve tekesta wê ye:

 

Birayê hêja Bedirxan Sindî, sernivîskarê Rojnameya El Teexî birêz

Xwîşk û birayên hêja di malbata rojname yê de

Silav û rêz,

Bi helkefta 45. Salvegera derketina rojnama we ya hêja (El Teexî), em di Polîtbîroya Partiya Demokrata Kurdistanê, bi navê xwe û li cihê hemû kadir û endamê partî, xweştirî pîrozbahî li we dikin, û hêvîdarin hûn di kar û xebata rojnamegerî de di rojnameya (El Teexî) de berdewam bin, bi vê yekê jî hûn rêbaza xwe di xizmeta peyva azad û rast de berdewam dikin, herweha dîmokrasî û fîderalîzm di Iraqê de bi hêztir dikin ji bo çespandina mafên netewî yên rewa ji bo gelê Kurd, herweha em hêvîdarin hûn di gel sekoyên rojnamevanî yên din û bi taybet yên azad û dîmokratxwaz re berdewam bin, da ku jiyana aştî û hevsengî di navbera hemû pêkhate û çînên civakî û siyasî û olî di Iraqê û Kurdistanê de li gorî hêvî û daxwazên wan bin û bi hêztir bibe û di Iraqeke fîderal û dîmokrat de ku li ser bingeheka dûr ji dîktatorî û xweperestî bijîn.

Rojname ya me di rêrewa xwe ya 45 salî de roleke berçav hebû di berevanî kirinê de ji ber peyva azad ve, herweha xebat  ji bo belavkirina çanda lêbûrînê û dewlemend kirina çanda diyalog û rêzgirtin li nerîna din, herweha rojname ya me berdewam pêşeng bû di pêşkêş kirina xweşî û nexweşiyên welatiyan û hêviyên wan di dadperweriya civakî de û xizmetguzariyan û rûmeta mirovatiyê de.

Bi helkefta 45. Salvegera derketina rojnama (El Teexî), em hêvîdarin hûn û xwendekarên we her serkeftî bin û bi hêviya berhemên bêtir û hemû salê Teexî pêşkeftîtir û ronaktir be.

Ji bo bîranîna şehîdên peyva azad em serê xwe ditewînin, bi taybet dû sernivîskarên vê rojnamê ku bi destê rijêma dîktator yê herifî hatibûn şehîdkirin, ewan jî her yek ji şehîd Salih Yûsifî û şehîd Dara Tewfîq.

Polîtbîroya Partiya Dîmokrata Kurdistanê

28, Nîşan 2012

Nûçeyên têkildar