9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Fazil Mîranî: Xema PDKê xizmetkirin û dilxweşkirina xelkê Kurdistanê ye

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Di seredana xwe de bo devera Zaxo, birêz Fazil Mîranî sekreterê Partiya Demokrat a Kurdistanê simînarek bo kadirên liqê 8 li hola baregayê liqê pêşkêşkir.

Fazil Mîranî sekrterê mekteba siyasî ya partî dest xweşî û sipasî arastey kadir û pêşmerge û xelkê Zaxo kir jibo piştevanîkirina wan li lîsta partî û encam dana rêpîvana zer dinav bajêrê Zaxo de û rolê karîgerê xelkê Zaxo di şoreşên Eylul û Gulan û serhldanê de, bilnd helsengand û diyar kir ku eger serjimêriyeka dirust bihête kirin pitiriya şehîdên behdînanê xelkê devera Zaxone lewra Zaxo li def partî taybetmendiya xwe heye.

Fazil Mîranî sekrterê mekteba siyasî ya partî dismînara xwe de got: " Partî mêjûyeka pir xebat û têkoşîn û qurbanîdan tomar kiriye û xwedan dûhî û evroyeka serferaze lewma îro jî lîsta partî ya dewlemende û dişiyan daye partî paşerojeka geştir bo xelkê kurdistanê dabîn bike û yek ji nehêniyên berdewamiya partî ta nuke ewe ku xema partî xizmetkirin û dilxweşkirina xelkê Kurdistanê ye ew jî bi encam dana kar û kiriyarên baş.

Fazil Mîranî di simînara xwe de bas li wan pêşveçûnên li kurdistanê peydabûn kirin û got: " Hikûmeta herêmê di maweyekê kêm de pêşveçûneka mezin dehemî biyavan da bixweve dîtiye û eve jî dizivre bo siyaseta hekîmaneya serkirdayetiya partî û serok Mesûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî ku rolê here giring gêrane lewra dixwazin hûn bi germî xelk bibne ser sinduqên dengdanê û dengê xwe bidene mêjûya xwe û şehîd û paşeroja xwe ku ew jî lîsta Partiya Demokrat a Kurdistanê jimare (110).

Di berdewamiya axftinên xwe de Fazil Mîranî amaje bi lîsta partî kir û got: " Lîsta PDKê piraniya wan genc û xwedan bawernamên bilndin

Nûçeyên têkildar