9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî Rojnameya El Teexî kir

Çavkanî: KDP.info

bi helkefta 45 saliya salvegera derketina yekem hejmara rojnameya El Teexî, serok Barzanî birûskek pîrozbahiyê pêşkêş bi Sernivîskarê û karmendên Rojnameya El Teexî kir, eve tekesta wê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birêz Dr Bedirxan Sindî,

Sernivîskarê Rojnameya El Teexî yê hêja,

Rêz û silav,

Ji bo 45 saliya salvegera derketina yekem hejmara rojnameya El Teexî li 29 Nîsana sala 1967, xweşiktirîn pîrozbahiyê pêşkêşî we û hemû karmendên we dikim û ji bo xizmetkirina bi peyva azad hêviya serkeftinê ji bo we dixwazim û ji bo xizmetkirina armancên gelê Kurdistanê û Iraqê hêvîdarim El Teexî bi mînberê neteweyî û nîştîmanî de bimînê û li gel mînberên din da beşdar bibê li kûrkirina giyanê birayetiyê li navbera pêkhatan û çîn û tuwêjekan da ku li jêr sayeya Iraqekî îtîhadî demokratî da hêvî û daxwaz pêkbên.

Destxweşiyê li we dikim û hemû salek jî rojnameya El Teexî zêdetir pêş bikevê û berdewam bê li gihandina wê peyama ku bi navê wê da hatiye damezrandin.

Li gel rêz û hurmetên min.

Mesûd Barzanî

Serokê Herêma Kurdistanê

28 Nîsan 2012

Nûçeyên têkildar