9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Şandeyeka Partî serdana baregeha Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Şandeyeka polîyboruya Partîya Demokrata Kurdistanê serdana baregeha polîtboruya Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê kir û di dîdarekê de her du alîyan tekezî li ser rêkxistin û bi hêz kirina mala Kurdî wek zeroreteke neteweyî û niştîmanî kirin.

 

Bi armanca pîrozbayîkirin li mamosta Muhemed Ferec sekreterê nû yê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê doh şandeyeka bilinda polîtboruya PDK serdana baregeha YÎK li Hewlêrê kir. Şandeya PDK ku ji Fazil Mîranî sekreterê polîtboruya PDK û Azad Berwarî endamê polîtboruyê, Remzî Şeiban endamê yedek ê polîtboruyê û Ehmed Kanî berpirsê boruya peywendîyên Kurdistanî û Iraqî ya PDK pêk hatibû, ji alîyê mamosta Muhemed Ferec sekreterê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê ve bi germî hate pêşwazîkirin.

 

Di dîdara navbera her du alîyan de, Fazil Mîranî pîrozbayîyên serkirdatîya PDK pêşkêşî sekreterê giştîyê YÎK bi boneya wergirtina posta xwe ya nû û bi dawî bûna kongireya YÎK bi awayekî serkevtî kir.

 

Herwisa di evê dîdarê de her du alîyan basa rewşa îro ya Kurdistanê û Iraqê kirin û tekezî li ser ewê çendê kirin,ku rêkxistina naw mala Kurdî pêywsîtîyeke (zeroreteke) neteweyî û niştîmanî ye. Herwisa di evê dîdarê de, hem PDK û hemjî YÎK tekezî li ser dirêjîdan bi peywendîyên du qolî yên navbera hev li ser bingeha rêzgirtina beramber kirin.

 

Di beşeke din a evê dîdarê de her du alîyan parastin û bi cih gihandina berjewendîyên neteweyîyên gelê Kurdistanê wek erkeke neteweyî naskirin.

 

Di dawîya evê dîdarê de, Muhemed Ferec sekreterê giştîyê Yekgirtûyê supasîya polîtboruya PDK kir bi bonmeya evê serdanê û hêvî kir, ku peywendîyên navbera PDK û YÎK bi qonaxeke din re derbas bibin û geştir bibin da ku di xizmeta gelê Kurdistanê de bin.

Nûçeyên têkildar