9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Bi merema pîrozkirina yada 16 ê tebaxê şandeke YNK serdana liqê Yek kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Duhî li Dihokê bi merema pîrozkirina yada 16 ê tebaxê şandeke Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan serdana liqê‌ yek kir.


Duhî Şandeke Yekîtî Nîştîmanî Kurdistan melbendê 4 yê rêkxistina Behdînan seredana liqê yekê Partî Dîmokratî Kurdistan kir û bi germî ji layê birêz ( Ebdulxaliq Babîrî) endamê encûmenê serkirdayetiya Partî Dîmokratî Kurdistan û berpirsê liqê yek herwesa birêz (Dr. Newzad Ebdulle) kargêrî liqê 1 û berbirsê mekteba peywendiyan û desteka kargêriya liqê 1 hatine pêşwazî lêkirin.


Piştî bixêrhatinê li şandê navbirî xweşhaliya xwe derbirî û hêvî xwast peywendiyên herdu la bi hîztir lê bihên û hemî ol û netewe li kurdistanê bi aramî û tenahî bijîn

Nûçeyên têkildar