9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

KDP û Partîya Soşîyalîsta Demokrata Nemsayê pêwendîyên xwe xurt dikin

Çavkanî: KDP.info

Di çarçoveya seredanekê bo Nemsayê, Hêmin Hewramî berpirsê poltîburoya pêwendîyên KDP digel şandîya hevalên KDP ên rixstina Nemsayê, digel Krestian Motonen endamê Partîya Soşîyalîsta Demokrata Nemsayê di avahîya parlîyamenta Nemsayê kombûnek bi hev re saz kirin.
Di evê kombûnê de şandîya KDP kurteyek li ser sîyaset û helwêsta KDP di derbarê pêwendîyên niha yên Herêma Kurdistanê û Baxdadê û pêşkeftîyên deverê behs kirin.
Di derbarê pêwendîyên herdu alîyan, şandeya KDP daxwaz ji Partîya Soşîyalîsta Demokrata Nemsayê - ev partîya han pêwendîyên dîrokîyên xwe digel Kurdistanê heye, ku bi awayekî çalak û sîstematîkî evê pêwendîyê ber pêş ve bibe.
Ji alîyê xwe ve Krestian Motonen, xweşhalîya xwe bo evê pêwendîyê derbirî, weha jî tekez kir, ku ew ji nêz ve dûvçûnê li ser pêkevtîyên Herêma Kurdistanê dikin û serkeftina herêma Kurdistanê bi serkeftina demokrasîyê li deverê dizanin.

Nûçeyên têkildar