9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê Yek haydarî rewşa jiyana xelkê Dihokê dibe

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Berdewamî dan bi bernamê xêrxwaziyê yê meha remezana pîroz ewê salane ji layê liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê ve dihête danan jibo nêzîk agehdarbûn li ser rewşa jîn û jiyara xelkê deverê Ebdulxaliq Babîrî berpirsê liqê yekê partî serdana hijmareka xêzanan kir li sînorê herdû lijnên ala û azadî û divan seredanan de berpirsê liqê ev core seredane û bi erkek zanî li ser milêt partî bi tayîbetî li ser milêt liqê yek û da diyarkir pêtvî ye xelkê sînorê liqê yek bi hemî tex û çînên cuda cuda ve liqê yek bi mala xwe bizanin.

Di vê seredanê de berpirsê liqê heyva remezanê li xêzanên navbirî pîroz kir û diyar kir ev heyve geleka bi xêr û bihaye û giringî yeka taybet li def me heye û hîviya me ewe bîte heyva xêr û xweşî û bereketê dinav milletê me da û em bi fer dibînîn divê heyvê de bêtir biçîne dinav xelkê xwe de.

Ji layê xwe ve ew xêzanên hejar û kêm deramet ewên di çarçovê bernamê harîkariyên liqê 1 da li deverê di heyva remezana pîroz de harîkarî û diyarî bo hatîne pêşkêşkirin dilxweşiya xwe bi rêkxistina vî bernamê rêk û pêk diyarkir ku Partiya Demokrat a Kurdistanê selmandiye herdem di gel millet û xelkê xwe de bûye û xwe li kêm û kasiyên wan kiriye xwedan û digel êş û azarên tex û çînên cuda jiyaiye herwesa wan xêzanan sipasiya liqê 1 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê û lijnên partî kir bo pêşkêşkirina wan harîkariyan

Nûçeyên têkildar