Berdevkê PDKê: Tometên Cemîl Bayik ên li dijî partiya me, bê bingeh û bê nirx in

Hewlêr-KDP.info/ Berdevkê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Cafer Êmînkî bersiva gotara hevserokê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Cemîl Bayik a derbarê girtina sînorê navbera başûr û rojavayê Kurdistanê de nivîsîbû, da. Û wiha got: " Tometên Cemîl Bayik ên li dijî partiya me, bê bingeh û bê nirx in."
Cafer Êmînkî di daxuyaniyekê de Bo KDP.info dibêje: " Ew tometên ku birêz Cemîl Bayik li dijî partiya me belav kirî, tometên bê bingeh û bê nirxin. Bi ti awayî xizmeta tevger û doza kurd a li Kurdistana Rojava nake."
Cafer Êmînkî wiha dirêjî da axaftinên xwe: " Pêwîstbû ew rêzdarê ku serkirdayetiya rêxistinekê dike, li cihê dirûstkirina tomet û gotinên bi vî awayî yên li dijî partiya me, ji bo yekrêzî û yekbûna hemû aliyên siyasî yên Kurdistana Rojava bikira. Herwiha bi awayekî cidîtir kar ji bo bidestxistina armanca Kurdistanî û neteweyî kiriban, neku bi vî awayî dest bi tometên li dijî PDKê bikira. Di demekê de ku em ji bo yekrêzî, tebayî û lidarxistina bingehê gihiştina bi mafê neteweyî û demokrasiya kurd li vê beşa Kurdistanê de."
Berdevkê PDKê Cafer Êmînkî wiha dibêje: " Ji bo hemû aliyekê vekirî û eşkereye ku serok Barzanî û partiya me çi rolekî giring û dîrokî ji bo alîkariya siyasî, aborî, mirovî û dîplomasî ya ji bo pêşxistin û serkeftina doza kurd li vê beşa Kurdistanê kiriye."


