wefatkirina pêşmergê dêrîn yê Şoreşa eylula mezin Dr. Îbrahîm Delewî

..Bi navê xûdê yê mezin û diloavan,
Bi xemek û kovaneka mezin xebera wefatkirina pêşmergê dêrîn yê Şoreşa eylula mezin Dr. Îbrahîm Delewî gehişte me û bi vê helkefta xemgîn em li ser navê Partiya Dêmokrata Kurdistanê sinorê navçeya Hollenda sersaxiyê li xwe û malbata û kes û karên xwedêjêrazî dikin.
Pêşmergê dêrîn yê Şoreşa eylula mezin Dr. Îbrahîm Delewî ko li bajarê Amersfoort yê welatê Hollenda dijiya, duhî 4 Tebaxê li nexweşxaneya bajarê Utrecht ê a koça dawî kir.
Xwedêjêrazî Dr. Îbrahîm Delewî sala 1944 li bajarê Xeneqînê ji dayî bû. Sala 1968 perwerdeya xwe ya beşê saxlemiyê li zankoya îstanbolê li welatê Turkiyayê qedand.
Dr.Îbrahîm piştî qedandina xwendina xwe ji Turkîyeyê vedigere Kurdistanê û çekê şerefmendiyê hildigire û dibe pêşmergê Kurdistanê di nav refên pêşmergên PDK li jêr serokatiya Mustafa Barzaniyê nemir û piştî peymana Cezayîrê û niskoya Şoreşa eylulê di gel malbata xwe koçberî Îranê dibin û li Îranê Dr. Îbrahîm karê doktoratiyê dike li ordîgayên penaberên Kurd.
Sala 1976 Dr. Îbrahîm qesta welatê Hollenda dike û li Hollendayê karê mamostatiyê dikir li zankoyê
Dr. Îbrahîm Delewî dibe brayê mezin yê Îsmaîl Delewî ko ew ji pêşmergê dêrîn yê Şoreşa eylula mezine û berpirsatiya lijneya navça Hollenda ya PDK dikir ji sala 1994 ta 2000.
Îna lîlah we îna îleyhî racîon
Lineya Navça Hollenda ya Partiya Dêmokrata Kurdistanê
5 Tebaxê 2013




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)