Serok Barzanî serokatiya kombûna asayî ya encûmena serkirdayetiya PDK kir

Îro Sêşemê 26.6.2012 civata serkirdayetiya Partiya Dîmokrata Kurdistanê bi Serokatiya birêz Mesûd Barzanî civîna normala xwe encam da.
Piştî rawestana xolekekê bê deng ji bo rêzgirtinê li canê paqijê şehîdên Kurdistanê serwerê wan Barzanî nemir û kak Îdrîs hertim li bîr, pirograma civînê ku ji bal mekteba siyasî ve hatibû amade kirin hate berçav kirin, pişt re serok barzanî bi xêrhatina hevala kir û bal kişande ser rewşa niha ya deverê û Iraqê bi giştî û Kurdistanê bi taybetî û pişt re civînê dest pêkir.
Di civînê bas li rewşa niha ya Iraqê û Herêma Kurdistanê û pêwendiyên di navbera herdû aliyuan de hate kirin, herwiha li ser bi hêz kirina pêwendiyan di navbera Partî û Yekîtî de hate tekez kirin.
Di tewereka dina vê kombûnê de bas li rewşa navxwe ya Partî hate kirin.
Di dawiyê de Serok Barzanî bi peyvekê dawî bi vê civînê hanî û rêz li karê hevbeş ya serkirdayetî û dezgeh û saziyan kir, herweha hêvî xwest ku berjewendiyên niştimanî û netewî ber ve pêş biçin, herwiha cî bi cîkirina destûr û rêkeftinên di navberên aliyan de xwest.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)