Beyannama liqê 18 bi helkefta salvegera tawana Enfalkirina Barzaniyan

Bi helkefta bîreweriya salvegera Enfalkirina (8000) heşt hezar Barzaniyan, serê rêz û rumetê bo şehîdên vê karesatê û sercem şehîdên bizava azadîxwaza gelê kurdistanê diçemînîn û silavan dinêrîn bo malbatên wan ewên keftîne ber kerb û kîna bê rehmane ya leşkerê rijêma gur be gura (Besîa).
Berî (30) sîh salan li sipêdehiya roja(31/7/1983)ê leşkerê rjêma (Sedam) çar dewrên kumelgehên (Quştepe, Behrkê, Herîr û Diyana) dorpêçkirin û (8000) hawlatîyên sivîl û bê guneh, di ser jiyê (12) saliyê da desteserkirin û rapêçî biyabanên Erebî li jêriya Iraqê kirin û hemî bi saxî ji nav birin û bin ax kirin û nuke jî dem bu demî hestîkên wan di gurstanên bikum da dihêne dîtin.
Bê guman ev tawane dihête hijmartin yek ji mezintirîn tawanên di rindane ewên derheqê gelê kurdistanê hatîne encam dan di çaxê burîda, lewma dixwazîn tawanbarên vê tawanê ji dadgehan qurtal nebin û bigehne sizayê xwe yê adîlane û kes û karên qurbaniyan jî bihêne qerebû kirin.
Liqê 18
Partiya Demokrat a Kurdistanê
30-7-2013




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)