9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Fazil Mîranî Û Konsulusê Berîtaniyayê Yê Li Hewlêrê Civiyan

Çavkanî: Kurdistan TV

Duhî duşemê 25-6-2012 Sekreterê metkeb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya Konsulusê Berîtaniyayê yê li Hewlêrê û heyeteke pê re kir.

Di hevdîtineke de Mîranî behsa rewşa Kurdistanê bi taybetî û ya Îraqê bi giştî kir û balkêşande ser qirîza siyasî ya li Îraqê û ragihand ku, y ek ji sedemên sereke yên qirîza heyî nêzîkatiyên Serokwezîrê Îraqê Nûrî Malikiye lewre hewldanên heyî yên bo wergirtina baweriyê ji Malikî bi rêbazên demokratîk berdewam dibin.

Mîranî tekez li ser vê yekê kir ku, nabe li Îraqê de ti kesek pîwan û rêçikên demokrasî binpê bike û dibe destûr serwer û zal be û herwiha mercea sereke ya ji bo çareser kirina kêşeyên heyî be.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de behsa destwerdaniyên hêzên Biyanî di nava karûbarên Îraqê de kir û ragihand ku, piraniya welatên Cîran yên Îraqê bi awayekî eşkere destwerdaniya karûbarên Îraqê dikin û di vê warî de jî her yek ji wan xwedan ecendaya taybet bi xwe ne.

Di dawiya vê hevdîtina han de Konsulusê Berîtaniyayê jî rola Gelê Kurd û Serokatiya Kurdistanê di hilweşandina Rejîma Bes û dubare awedan kirina Îraqê de bi girîng wesif kir û hêviya serkeftin û pêşkeftinên baştir ji Gelê Kurd û Kurdistanê re xwest.

Nûçeyên têkildar