9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Serbest Lezgîn: Malbatên şehîd û pêşmergên dêrîn bi qurbanîdan û xebata xwe ser bilindin

Çavkanî: KDP.info
Zaxo-KDP.info/ Di çwarçovê berdewamiya sergeriyan û çalakîyên xwede endamê civata serkirdayetiya partî û berpirsê liqê 8 Serbest Lezgîn seredana hijimareka xêzanên serbilndên şehîdan û pêşmergên herdû şoreşan li sînurê lîjna Zaxo ya partî kirin.

Di seredana xwe da berpirsê liqê 8 partî jibilî pêşkêşkirina pîrozbahiyan bi helkefta heyva remezana pîroz da diyarkirin ku mebest ji van seredana giringî dan û ji nêzîk ve agehdar bîne liser rewş û jiyana van xêzana ne ku wekî erkekê partayetî û nîştmanî ye û bi pêtvî da zanîn diviya hemî dema serdana van xêzana bête kirin çunkî azadî û bidest ve hatina destkeftîyên evru berhemê qurbanî dan û xebata wane.

Ji layekê dîve endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a kurdistanê û berpirsê liqê 8 Serbest Lezgîn berheviya liqê 8 derbirî bu her piştevanî û harîkariyeka pêtvî bu wan xêzanên pêwîst.

Ji layê xwe ve xêzanên seredan bo hatîne kirin xweş haliya xwe bi vê çendê dane diyarkirin û dûpatkirin kudê her mînin wefadarên rêbaza partî û Barzaniyê nemir û bi qurbanî û xebata xwe ser bilnd dibînin dinav milletê xwe de

Nûçeyên têkildar