Berpirsê liqê 17 yê PDKê digel dezgehên mîrî li deverê civiya
Şingal-KDP.info/ Bi amadebûna berpirsê liqê 17 yê Partiya Demokrat a kurdistanê Serbest Babîrî û qaymmeqam û serokê civata qeza Şingal û berpirsên Îdarî û rêveberên herdû bajêrvanîyên bi ser hikûmeta herêma kurdistanê û hikûmeta fîdral ve kombûneka berfireh hate encamdan bo gengeşekirina rewşa devera Şingalê ji layê xizmetguzariyan û çawaniya geşepêdanê û pêşkêşkirina xizmetkarîyê bo welatîyên deverê û bi taybet piştî ku budceyeka taybet ji layê Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma kurdistanê ve bi kujmê çil miliyar dînaran hatiye terxankirin bo vê deverê.
Weysî Nayif serokê civata qeza Şingalê diyar kir ku bêtir ji siye pirojên xizmetguzarî piştî cejna remezana pîroz dê kevne dibiyavê bicêhînanê da ku bichînana van pirojan peywendî bi jiyara xelkê deverê ve heye û çunke heta nuke hikûmeta fîdral ev devere bê xizketguzarî hêlaye û ji ber hindê hikûmeta herêma kurdistanê bi erkê xwe dibînît li pêşkêşkirina xizmetguzariyan û dabîn kirina rewşeka aram bo hemî welatiyan.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)