Liqa 18 alîkariya hejarên devera Bamirnê kir

Bamirnê-KDP.info/ Şandeke liqê 18 yê Partiya Demokrat a Kurdistanê bi serperiştiya Ferîq Faruq berpirsê liqê roja sêşema rêkefta 23/7/2013 alîkariyên liqê liser 27 xêzanên devera Bamernê belavkirin.
Berpirsê liqê 18 digelda Macid Celkî berpirsê lîjna nawça bamernê ya partî sera hijimareke xêzanên hejar û kêm deramet û xwedan nesax û pekkevtiyan da û ji nêzîk haydarî rewşa jîn û jiyar û girftên wan bûn, harîkariyên liqê liser hatine barvekirin.
Seredanên şandê liqê bûne cihê xweşhaliya xêzanên gundên Babîrê, kela Şixo, Banka, Wermêlê , Xilbîşê , Hesen Pîrka , Şirtê û Zêwê û pir ji dil sipasiya berpirsê liqê kirin.
Ji layê xwe ve hêja Ferîq Faruq berpirsê liqê got: " Li gorî bernamê hatiye darştin bo heyva Remezanê îro em hatine devera bamernê û me seredana çendîn xêzanên hejar kirine û dîsan me seredana çend nesax û pekkeftiyan kir bo hindê ku em ji nêzîk rewşa wan bibînîn û bişên harîkarîyên liqa bigehînîn wan. Bi rastî her cihekê em çûnê sipasiyeka gerim li me hate kirin em pir ji dil sipasiya wan hemiyan dikin, hêviya me ewe hersal em bişên bernamekê bi vî rengî cêbicê bikin û xweşbextane hander hebûn û em şiyaîn baştir ji parsal ev sale jî berdewamiyê bideyne bernamê xwe."




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)