9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Lijna nawça Dihokê serdana hejmareka malên hejar kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Di berdewamî dan bi bernamê‌ taybet yê‌ heyva remezana pîroz lijna nawça Dihok ya Partiya Demokrat a kurdistanê ji bo serdana malên hejara û nexweşan û kêm derametan li sînorê‌ lîjna nawça Dihuk, şandekê‌ lîjna nawça Dihok bi serperştiya Egîd Nêrwey berpirsê‌ lîjna nawça Dihok, seredana sê‌ malên hejar û nexuşa û kêm derametan kir li taxa‌ Gijeberan û di seredana xwe de pirsa rewş û jîn û saxlemiya wan hatekirin .

Herwesa birêzan teykîda wê‌ çendê‌ kir ku herdem partî xemxur bûye bo xweşkirin û aramiya xelkê‌ kurdistanê‌ û taybet texa hejar û kêm derametan û paşan diyariya liqa Yek pêşkêşî wan kir û daxaza xweşî û jiyaneka bextewer bo wan xwest û ev seredane bûne cihê‌ dilxweşiya wan û daxazkir ev core seredane di berdewam bin

Nûçeyên têkildar