9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Berpirsê liqê Yek serdana jimareka xêzanên hejar kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Jibo nêzîk agehdarbûn li ser rewşa jîn û jiyara xelkê‌ hejar û kêm deramet û nexweşên deverê‌ û lidîv wî bernamê‌ salane ewê‌ jilayê‌ liqê‌ Yekê‌ partî ve dihête gêran di heyva remezana pîroz de jibo harîkarîkirina xêzanên navbirî.

 Ebdulxaliq Babîrî endamê‌ encûmena‌ serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê‌ liqê‌ Yek sera jimareka xêzanên hejar û dest kurt kir li sînurê‌ herdû lijnên (Birayetî û Şureş) yên partî û çendîn harîkariyên madî li ser wan belafkirin.

Divan seredanan de û piştî bixêrhatinê‌ li birêz berpirsê‌ liqê‌ xêzanên navbirî van seredanên berpirsê‌ liqê‌ bo malên wan bi bilndî û camêrî li qelem dan û xweşhaliya xwe bivê‌ çendê‌ de diyarkirin.

Herwesan jilayê‌ xwe ve Ebdulxaliq Babîrî bernamê‌ xêrxwazîyê‌ di meha remezana pîroz de û seredan bo malên hejar û kêm deramet bi erkekê‌ salane li ser mile liqê‌ Yek da zanîn û diyarkir armanca partî xizmetkirina tex û çînên civakî ye her ji damezrandina partî û li dumahîyê‌ berpirsê‌ liqê‌ harîkarî û piştevaniya xwe derbirî bo her karekê‌ pêtvî da diyarkirin

Nûçeyên têkildar