9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî xuleka durînê bo 35 jinan bi dawî hat

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Peymangeha meşq û pîşeya Şêladizê ewa ser bi Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî ve bi hevkarî digel encûmena jinan ya Sersingê xuleka durînê bo 25 jinên sînorê nahiya Sersinkê bidawî anî.

Di vê derbarê de Şevgîr Remezan berpirsê peymangeha meşiq û pîşeya Şêladizê bo KDP.info diyarkir ku, " Me ev xule bi hevkariya encûmenê jinên Sersinkê bo mawê heyvekê vekir bû û di vê xulê de 35 jinên sînorê Sersinkê têde beşdar bûn."

Dîsan navbirî diyarkir ku wane ji layê şarezayeka biwaraê durînê ve hatine gotin û divê xulê de çawaniya durîna cilkan û perda hate nîşandan û eşkere jî kir,ku îro bi amadebûna jimareka berpirsên hizbî û mîrî ev xule bidawî hat û bawername liser beşdarbûyan hatine parvekirin

Nûçeyên têkildar