9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Berpirsê liqê Yek serdana malên pêşmergên dêrîn û kadiran kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Ji bo nêzîk agehdarbûn li ser rewş û jîn û jiyara pêşmergên dêrînên herdû şoreşên Eylul û Gulanê‌ û kadirên Partî û li dîf bernamê‌ berdewamê‌ liqê‌ yek li roja pênçşembê rêkeftî (4/7/2013) birêz (Ebdulxaliq Babîrî) endamê‌ encûmena‌ serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê‌ liqê‌ yekê‌ ya Partî bi serokatiya şandekê‌ liqê‌ yek sera pêşmergê‌ dêrînê‌ herdû şoreşên Eylul û Gulanê‌ (Xelîl Şukrî Nêrwey) da û ji nêzîk agehdarbû li ser rewşa saxlemiya pêşmergê‌ navbirî û hêviya saxî û selametiyê‌ bo xwest û rolê‌ pêşmergê‌ navbirî di sengerê‌ xebat û berxwedanê‌ de bi bilndî û çav netirsî li qelem da nexasme dirojên sext û dijwar de.

 

Herwesan berpirsê‌ liqê‌ harîkarî û piştevaniya xwe bo her karekê‌ pêtvî da diyarkirin û jilayê‌ xweve (Xelîl Şukrî Nêrwey) sipasiya berpirsê‌ liqê‌ yek kir jibo vê‌ seredanê‌.


Her di wê rojê de û di berdewamî dan bi seredanan (Ebdulxaliq Babîrî) berpirsê‌ liqê‌ yek bi serokatiya şandekê‌ liqê‌ sera mala (Mehmûd Mihemed Berces) kargêrê‌ lijna nawça Sêmêlê‌ da, ku kadirê‌ navbirî berî demekî tuşî rûdaneka kareb girtinê‌ bibû û divê‌ seredanê‌ de Ebdulxaliq Babîrî harîkarî û piştevaniya xwe diyarkir bo her karekê‌ pêtvî jibo baştirkirina rewşa tendrustiya kadrê‌ navbirî û jilayê‌ xuve (Mehmûd Mihemed Berces) xweşhaliya xwe derbirî bi vê‌ seredanê û‌ sipasiya helwêstê‌ camêrane yê‌ berpirsê‌ liqê‌ yek kir

Nûçeyên têkildar