Cemal Ebdulla: Newşêrwan neşiya YNK ji PDK dûr bike

Rojnama Evro/ Dirêjikirina demê serokayetiya herêmê bûye mijara germ li cadeya Kurdistanî li dur evê çendê çavdêrekê siyasî diyar dike ku, ew berelaya opisizyon nuke dike giruva şkestina siyaseta wane.
Cemal Ebdula çavdêrê siyasî û serinivîserê guvara Belge got: " Ji mêjeye newşêrwan Mustefa kar dike bu hindê herdû partên desthelatdar ji yek dur bike û rêkikeftinama sitiratîcî nehêle lê negehişte Mirada xwe û şikestin li ser evê çendê îna û giruve li ser wê çendê dirêjikirina mawê serokatiya herêmê bû, lewma tevgera nuke Goran bi giştî û rêkixerê wê bi taybetî di mezintirîn xemukiyê daye."
Li dur wê yekê ka bo çî opisizyon wê rastiyê nuzane ku kemîne li Kurdistanê û neşên boçûna xwe li ser aliyên dî bisepînin, Cemal Ebdulla got: " Ji ber ku Goran û herdu partên îslamî aydilojiya wan dikit awriyete û jiber wê çendê naxwazin xwe têbigehînin û dibiniyat da ew dikitaturin bu nimune. Goran li demê newişêrwan linav rêzên yeketî qebûl nekir ku kemîneye, ewê evê çendê qebwîl neket bê guman qebûl naket li nav kumelgehê jî da kemîne be, ji layekê dwîve herdû partên siyasî yên îslamî weku ya diyar bu hemû layekî ku her parteka siyasî îslamî û bi navê dînî di axivin ku ew wesa hizir dikin ku ew bitinê di rast û dirustin û şiluvekirina dînî bixu bi baştirîn şêwe şilovedken û ew xelkê li gel wan nebe di xirabin anku ayduljiya wan (şimulî) dikitaturî ye jiber evê çendê li nava perlemanî û di nava xelkî de bi dikitaturane serederiyê dikin evca çewa dê teqebula dîmokiratiyetê ken."
Li dur daxuyanên dûmahiyê yên herdu serkirdên opisizyonê Elîbapîr û Newşêrwan Mustefa ku diyar kiribû li hêviya mebin serinivîserê kuvara Belge got: " Wan li xwenîşandanên 17 şubatê şikestineka mezin îna dê şên nuke çi ken, raste ew li hêviya destê jider vene kanê dê ferman kengî bu hên daku rewşa herêma Kurdistanê têk biden eger ku li hêviya cemawer bin bi pişt rastî dibêjim neşên 100 kesan bene ser cadê bu berjewendên xwe yên kesukî û xelkekî ew baş niyasîne divan 2 salên bûrî da ku ne bu xizmetkirinê kar dikin bitinê bu meremên xwe yên siyasî yên bertengin."
Cemal Ebdulayî amaje bi wê çendê kir ku hemû aliyên opisizyonê tuşî bê omêdiyeka mezin bûyine û şikestin xwar û got: " Wan karê xwe baş kiribû bo hindê helbijartin bihên encamdan lê wesa çênebu jiber wê çendê bê omêdiyeka mezin girtîne."
Di layekê dî de navibirî ew çende diyar kir ku " Part û aliyên opisizyonê bo wan baş diyarbû ku çu seng nemaye li nav kumelgehê de, bi tenê li hêviya ecndayên derekî mayne û li hêviya nexşeyekê ne bo hindê rewşa Kurdistanê têk bidin




