Serbest Lezgîn bo helgirên medaliya Barzanî: Xebat û têkoşana we cihê şanaziyê ye

Zaxo-KDP.info/ Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê digel helgirên medaliya Barzaniyê nemir li sînorê qeza Zaxo kombû.
Berpirsê liqê 8ê partî di destpêka kombûnê de xweşhaliya xwe bi vê kombûnê derbirî û pesna mêrxasî û çelengiya helgirên medaliya Barzanî kir û dûpat kir ku her destkeftekê îro bi destve hatî ji encamê xwîna şehîdan û pêşmergên qehremane lewra hemî deman pêşmergeyên dêrîn rêzeka taybet li def me heye û xebat û têkoşîna we cihê şanaziyê ye.
Di tewerekê kombûnê de berpirsê liqê ronahî berdane ser rewşa navxoya kurdistanê û nutirîn pêşhatên deverê û diyar kir ku ezmûna siyasî ya kurdistanê pêşveçûneka berçav bi xweve dîtî ye û îro peywendiyên me digel zor welatên cîhanê di astekê baş dane û ev çende jî bo siyaseta hekîmaneya serok Barzanî û serkirdayetiya siyasî ya kurdî vedgerît, lewra divêt em hemî harîkar û piştevanên vê siyasetê bin û giyanê biraynî û pêgvejiyanê dinav xwe de xurt tir lê bikin.
Li dîvde berpirsê liqê bas li karê rêkxstina Partî li deverê kir û guhdariya têbînî û pêşniyarên helgirên medaliya Barzanî kir û dûpat kir ku boçûnên wan cihê puytedana Partî ne




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)