Mîranî bo heyeteke Netewên Yekgirtî: Azad kirina Ocelan faktereke girîng û serekeye bo serkeftina prosesa aştiyê
Hewlêr-KDP.info/ Duhî Sekreterê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê Fazil Mîranî pêşwaziya heyeteke Netewên yekgiritî bi Serokatiya Berpirsê karûbarên siyasî yên Rojhilata Navîn û Rojavayê Asiyayê kir.
Di hevdîtineke de Fazil Mîranî rewşa siyasî ya Iraq û Kurdistanê û pêşkeftinên heyî şîrove kir.
Mîranî di beşeke din ya axaftinên xwe de behsa prosesa aştî û qonaxa çareser kirina pirsa Kurd ya li Tirkiyeyê de jî kir û ev yek bi pêngaveke girîng û erênî wesif kir û got: Dibe tevahiya aliyan piştgîriya vê prosesa han bikin.
Nav hatî di beşeke din ya axaftinên xwe de diyar kir ku, azad kirina Ebdulah Ocelan faktereke girîng û serekeye bo serkeftina prosesa aştî ya li Tirkiyeyê de.
Di derbarê rewşa Sûriyayê de jî Mîranî diyar kir ku, dibe bilez dawî bi rêjandina xwîna xelkê medenî were û em weke Partiya Demokrat a Kurdistanê piştgîriya daxwazên gelên Sûriyayê dikin. KTV




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)