Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pîrozbahiyê pêşkêşî kovara Gulan kir

bi helkefta 18. salvegera belavkirina kovara Gulan, serokê herêma Kurdistanê birê Mesûd Barzanî birûskek pîrozbahiyê pêşkêşî Sernivîskar û kedkarên kovara Gulan kir, eve tekesta wê:
Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Rêzdar Sernivîskar û kedkarên kovara Gulan!
Silav û rêz!
Ji bo 18. salvegera derketina kovara Gulan ku hejmara (Yekem) li 22/04/1994 derket, ji bo hewl û keda we ya berdewamiya bi navê zêdetir pêşxistina kovara we germtirîn pîrozbahiyê li we dikim.
Hêvîdarim ev salveger bibê dema dariştina plan û bernameya karê we yê nû ya berev pêşketin û çalak kirina hengavên we, bo ku kovara we wekî kovarekî siyasî temen dirêj bikarê berdewamiya xwe bide û hevşanê wan guhertinên çalak bê ku dinyaya cîhangîrî li hemû waran da dirust kiriye, bi taybetî li warên rojnamevanî û pêwendiyan da.
Carekî din pîrozbahiyê li we dikim û hêvîdarim herdem bi serkeftî bi we bi navê gihandina peyameya we ya pîroz de bibînim.
Li gel rêz û xweşdiviyên min
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
21.04.2012




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)