9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Berpirsê liqê Yek behs li ser rewşa pirosêsa helbijartinan li parêzgeha Mûsil kir

Çavkanî: KDP.info

Dihuk-KDP.info/ Duhî lijna navça Feydiyê ya Partî li hola senterê rewşenbîrî yê Feydiyê û bi amadebûna jimareka zûra xelkê Ereb ji akinciyên Feydiyê û (Haşim Mihemed Elî Birîfkanî) berbjêr li ser lîsta birayetî û pêkve jiyanê ya jimare(469) rabû bi encamdana simînarekê bo berêz (Ebdulxaliq Babîrî) endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê yekê Partî li dûr pirosêsa helbijartinên encûmenê parêzgeha Mûsil ku dê piştî demekê nêzîk hêne encamdan.
Ebdulxaliq Babîrî li dest pêka simînarê û wêray bixêrhatinê li amadebûyan çend rûnkirnek berdane ser mêjûya welatê Iraqê her ji damezrandina wê li sala (1920) û paşan kurgêrî tekez kire ser wan hemî arise û lawazî û duberekiya di navbera mezhebên Sune û Şî'e de her ji berî (14) çerxan û gişt layen u netewan de ji pêk hatên welatê Iraqê û da diyarkirin ku her ev duberekiye bûye egerê xirab paşvebirina welatê Iraqê.

Berpirsê liqê da diyarkirn ku kurd kulturê Barzaniyê nemir peyrew dikin di lêborînê û pêkve jiyanê de dinavbera hemî ol û netewan da bê cudahî.
Herwesan berpirsê liqê di tewerekê diyê simînara xwe de diyarkir ku kurd û Ereb pêkhatên serekîne yên welatê Iraqê û digel berçav wergirtina mafên kemîneyan li welatê navbirî.
Paşan birêz (Ebdulxaliq Babîrî) behs li ser rewşa pirosêsa helbijartinan kir li parêzgeha Mûsil û daxwaz ji amadebûyan kir ku dengê xwe bidin bo lîsta Birayetî û Pêkvejiyanê ya jimare(469) daku berbijêrên vê lîstê bixizmeta hewe rabin û karbikin bo xweşkirina jîn û jiyara hewe û pêşkêşkirina gişt xizmetguzariyan di hemû biwaran de bo we

Nûçeyên têkildar