9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Hewramî: Hinek aliyên opozisyonê ji yekparçeyiya Herêma Kurdistanê ditirsin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Berpirsê Peywendiyên Derve yên PDK’ê Hêmin Hewramî ragehand ku beşek ji aliyên siyasî yên dijayetiya destûrê dikin tenê ji ber wê yekê ye ku namzetekî wan nîne hevrikiya Barzanî bike û got: " Hinek aliyên opozîsyonê ji yekparçeyiya Herêma Kurdistanê ditirsin."

Derbarê nîqaşên derbarê destûra Herêma Kurdistanê de Hêmin Hewramî ji rojnameya Çawdêr re axifî û got: " Hinek alî lewra dijayetiya destûrê dikin ji ber ku naxwazin li gor projeya destûrê rasterast serokê herêmê ji aliyê gel ve bê hilbijartin."

Hewramî ku hevdem endamê serkirdayetiya PDK’ê ye jî wiha dibêje:  " Beşek ji aliyên opozîsyonê ku behsa vegerandina destûrê dikin, mebesta wan ne desthilatên serokê herêmê ne, lê ji yekparçeyiya Herêma Kurdistanê ditirsin, bi awayekî hewl didin bi vegera destûrê sîstemeke ne merkezî yan jî navçeya otonomî çêbikin, lewra hinek aliyên opozîsyonê xewnê bi Îmarata Baban ve dibînin."

Derbarê lihevkirina niştimanî ya li ser projeya destûra Herêma Kurdistanê jî Hewramî got: " Beşeke zêde ya wan aliyên ku qala lihevkirina niştimanî dikin ne nerîna xelkê Kurdistanê ye, ji ber ji sedî 25’ê xelkê Kurdistanê li derveyê hizban in û kes nikare li ser navê wan biaxife." Jêder Basnews

Nûçeyên têkildar