9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê 8 ê PDKê: Derbazbûna Barzanî ji çemê Aras omîdeka mezin daye Kurdan

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Liqê heştê Partiya Demokirat a Kurdistanê (PDK) di peyamekê de derbazbûna Barzaniyê nemir ji çemê Aras li 18/6/1947ê bi jêderê omêdeka mezin li qelem dide bo milletê kurd jibo dûbare berevanîkirin ji zolma diktatoran û ev jî deqê wê peyamê ye:-

Di rojeka wekî îro de li 18/6/1947 Barzaniyê nemir, dumahî kes bû ji çemê Aras derbaz bûye digel 500 Barzaniyên xwedan helwîst û pêşmergeyên qareman ku berev Yekîtiya Soviyetê çûn û sînorên 3 welatên neyar û pir metirsîdar bezandîn.

 

Ceneral mela Mustefa Barzanî piştî jinavçûna komara kurdistanê li Êranê, li roja 19/4/1947 ji Êranê hate nav kurdistana Iraqê de û hêzên Barzan kom kirin û peyvek bo xwand û 560 kesa xwe bo mirinê digel Barzanî ve der kirin û paşan piştî rezamendiya şêx Ehmed û Barzaniyê nemir 501 kes helbijartin, û dabeş kirine ser 5 qula û ev 5 kese wek berpirsên qula hatine helbijartin (Şêx Silêman Barzanî, Es'ed Xoşevî, Mamend Mesîha Şêrwanî, Mihemed Emîn Mîrxan Mêrgesurî, Misto Mrozî) ku bo demê 42 roja mane kurdistana Iraqê û paşan di rêpêvanekê de li roja 2/5/1947ê l gondê Dirî biriyara xwe da digel 500 Barzanî û pêşmergeyan qesta welatê Yekîtiya Suviyetê bikin û di 47 rojên sext û dijwar de şiyan sînorên 3 welatên dojmnên sersextên kurdan bibezînin û şiyan dinav serbazgehên dojmn de dastana gelîyê şut tomar bikin û hemî bingehên serbazî yên wê deverê ji nav bibin û li roja 16/6/1947 xwe bigehînine çemê Aras.

 

Barzaniyê nemir hemû hevalên xwe derbazî sînorê welatê Azerbaycana Ros kir û li roja 18/6/1947ê Barzaniyê nemir dumahî kes bû ji vî çemî derbaz bûye û piştî xwe radestî Rosiya kirîn hate vegweastin bo Nexciwan li Ermîniya û ev derbazbûna babê netewey ji çemê Aras omêdeka mezin daye milletê Kurd bo dûbare maneveyê û berevanîkirin ji zolma diktatoran.

Hezar silav bo giyanê Barzaniyê bab û hemî qareman û pêşmergeyên dilsozên digel wî de û her kesekî di pênava kurdîniyê de giyanê xwe bext kiriye.

Nûçeyên têkildar