Temer Remezan û Serbest Lezgîn di nav 100 xwîn bexşan de xelata rêzlênanê wergirtin
Dihok-KDP.info/ Bi helkefta roja cîhanî ya xwîn bexşanê, bi çavdêriya Temer Remezan parêzgerê Dihokê, duhî komela xwîn bexşên kurdistanê liqê Dihok bi hevkariya rêveberiya giştî ya saxlemiya parêzgeha Dihokê di ahengeka rêzlênanê de, Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê partî dinav 100 xwîn bexşan da hat xelatkirin û sipasnameyek jî wergirt.
Hemze Rezîkî diyarkir jî ku bi helkefta roja cîhanî ya xwîn bexşan wan şiyaiye bi piştevaniya parêzgeha Dihokê 100 xwîn bexşan xelat bikin û diyariyên rêzgirtinê pêşkêşî 18 kesayetî û layenan bikin û dinav wan de Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê partî û Temer Remezan parêzgerê Dihokê hebûye.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)