9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Serbest Lezgîn: Lîsta Birayetî û Pêkvejiyanê dê mafên gelê Kurd û pêkhatên deverê biparêze

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Berpirsê liqê 8ê PDKê li Zaxo di sîmînarekê de li lijna navxweya Serdem ya Partî lidor helbijartinên civata parêzgeha Mûsil bo hijmareka awareyên parêzgeha navhatî li Zaxo xuyakir ku lîsta Birayetî û Pêkvejiyanê dê mafên gelê kurd û pêkhatên deverê biparêzê û liqê 8ê partî hemî amadekarî kirîne bo roja helbijartinan û asankariyên hatin û çûnê û xizmetkirina dengderan.

Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a kurdistanê li Zaxo di sîmînarê de bi dirêjahî bas li helbijartinên civata parêzgeha Mûsil û çewaniya xwe amadekirin û handana hawlatiyan kir bo ser sinduqên dengdanê di 20/6/2013ê de û got: " Helbijartinên civata parêzgehê bo me zor giringin û dengdan bo lîsta birayetî û pêkve jiyanê ya jimare 469 dengdane bo parastina mafên gelê me û pêkhatên dî yên deverê ewên li derveyî îdara herêmê çunkî ev helbijartine çarenivîsn bo me û daxwaz ji wan kir bi şêweyekê berfreh pişkdariyê di vê pirosê de bikin û deng biden bo lîsta birayetî û pêkvejiyanê û kandîdên Partî li sînorê liqê 14 yê Partî li Mûsil yê jimare 6 Beşar Kîkî û li devera Zumar û dîcle li sînorê liqê 17 yê Partî Narîman Mustefa ya jimare 46 û Tehsîn Hesen Hemo yê jimare 28 di lîsta 469 de.

Serbest Lezgîn got jî, liqê 8ê Partî hemî amadekarî kirîne bo roja helbijartinan û asankariyên hatin û çûnê û xizmetkirina deng deran ji pêxemet serêxistina pirosa helbijartinên civata parêzgeha Mûsil.

Serbest Lezgîn di tewerekê dî de bas li rewşa siyasîa herêma kurdistanê û Iraqa fîdral kir û amaje jî daye wan pêşveçûnên herêmê bi xwe ve dîtin di hemî biwarande û diyar kir ku hikûmeta herêma kurdistanê baştirîn xizmetguzarî pêşkêşî hawlatiyên kurdistanê dike bi giştî û herewsa pirojeyên xizmetguzarî li deverên derveyî îdara herêmê jî encamdayne.

Berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Zaxo bas li seredana Nêçîrvan Barzanî serokê hikûmeta herêma kurdistanê kir bo devera Zaxo jibo vekirina nexweşxana (200) textî û danana berê biniyatê bo tunêla geliyê Zaxo û diyarkir ku hikûmeta herêma kurdistanê berdewame li ser pêşkêşkirina baştirîn xizmetguzarî jibo xweşkirina rewşa jiyana hawlatiyan di hemî biwarande.

Nûçeyên têkildar