9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Çi kêşe di nav rêkeftina stratejî ya PDK û YNK de nîne

Çavkanî: KDP.info

 

Îro 18/6/2012 a di konfiranseka rojnamevanî de her yek li kargirê polîtburoya YNK Mela Bextiyar û sekreterê polîturoya PDK Fadil Mîranî ragehandin ku: “Çi kêşe di nav rêkeftina stratejî ya di navbera her du partiyan de”, her weha Mele Bextiyar tekez kir ku hin nerînên wan yên cuda hene digel PDK.

 

Mela Bextiyar daxuyand ku ev civîn li ser pêşniyara mekteba siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistnê bû û di demeke nêzîk de her du mektebên siyasî yê PDK û YNK bi serpereştiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dicive.

 

Sebaret bi helwesta hevpeymaniya Kurdistanî bo standina baweriyê ji Malikî, sekreterê mekteba siyasî ya PDK Fadil Mîranî got: “Hevpeymaniya Kurdistanî û hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqî daxwaza standina baweriyê ji Malikî nekirine, lê me ji bo ku peymana Hewlêrê were cî bi cîkirin ew daxwaz kiri”

 

Di bersivdana pirsyarekê sebaret bi dîtin û nerînên navbera YNK û PDK yên cuda de, Bextiyar got: "Ne asayiye, ger nerîn û ramanên me cuda nebin, lê cudabûna bîr û bawewriya rewşeke saxleme. Lê belê fikr û ramanên cuda nabin egera ji hevketina hevpeymaniya me, berovajî wê em dikin egera bihêzbûna vê hevpeymaniyê."

Nûçeyên têkildar