Daxuyan nameya civîna herdû polîtburoyên PDK û YNK
__2012_06_18_h13m27s59__BS.jpg)
Di dirêjiya kombûnên hevbeş yên herdû aliyan, îro Duşemê 18.6.2012 li bajêrê Silêmaniyê civîna hevbeşa ya herdu polîtburoyên PDK û YNK hat saz kirin û rewşa niha ya Kurdistanê bi giştî, piroseya siyasî ya li Iraqê û giringiya parastina yekrêzî û rêkeftin nameya stratîjî û bi hêzkirina pêwendiyên du alî û aliyên din yên Kurdistanî jî û peyda kirina aştiya civakî sebaret bi rûdanên vê dawiyê yên Iraqê, hate gengeşekirin.
Her du partiyên hevpeyman di gel wê çendê ku di çareserkirina hinek babetan di pirosa siyasî de nerînên cûda hene, lê pêwîste li hember her nerîn û şirovekirinekê û bo bi hêzbûna helwêsta wan bo berjewendiya bilinda netewî û niştimanî gereke yek helwêst bin û dijî binpêkirina mafê pêkahateyên netewî, ayînî û mezhebî bin.
Hejî gotinê ye PDK û YNK di rûyê berjewendiyê de û xemxwariya hemû pêkhateyên Iraqê, bi Ereb, Kurd, Turkoman, Kildan, Siryan û Aşûrî di hemû waran de bi giştî û li ber çav girtina berpirsayetiya destûrî ya serok komar di vê hewlê de yê aliyên beşdar di piroseya siyasî ya Iraqê de, di çarçova destûrê de û bi awayekî demokratîk û aşitiyane bo standina baweriyê ji serokê enûmana wezîrên Iraqa federal, hev helwêstin û gav bi gav di gel aliyên din yên Kurdistanî û Iraqê bihev re di hewldanê de ne.
Her du alî li ser hemahengiyê di gavên hevbeş de bi girîng zanîn herweha di demeke nêzîk de bi serpereştiya birêz Serok Mesûd Barzanî civînek tê saz kirin.
Yekitiya Nîştîmanî ya Kurdistanê Partiya Demokrat a Kurdistanê




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)