9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Rêja dengên partî di nav bajêrê Dihokê de 3 -4% ji helbijartinên berê dê zêdetir bin

Çavkanî: KDP.info

Dihok-Rojnameya Evro/ Di hevpeyvînekê de li gel rojnameya evro endamê civata serkirdayetiyê û berpirsê liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê diyar kir ku opozisiyonê divêt babetê distûrî weku propagndeya helbijartinan bo xwe bikar bînin û bersiva çend pirsiyaran li dur berhevyên partî bo helbijartinên bihêt da û pêşibîniya zêdebûna dengên partî li seneterê parêzgeha Dihokê kir û bo vê çendê pişt bestin li ser çend fakterekan kir û got: (Rêja dengên partî di nav senterê bajêrê Dihokê da 3 -4% ji helbijartinên berê dê zêdetir bin).

Evro: Bo helbijartinên perlemanê Kurdistanê û civatên parêzgehan hewe bizav kirîne li ser çi biniyat berbijêrên xwe destnîşan bikin?


Ebdulxaliq Babîrî: Divê komeka sîfatan li dev wan berbijêran hebin, distpêkê ew cihê bo dihête berbijêrikirin pêdivî ye şiyanên birêvebirina wî karî hebin, ji ber ku dê bee nûnerê xelkî û eve karekê neteweyî û nîştîmanî yê giring e, herwesa berbijêrê em destnîşan dikin pêdivî ye li def wî berjewendiyên xelkê Kurdistanê li her tiştekî bilindtir bin, dîsa rabirdûyê wî û karîgeriya wî li ser civakî jî dê li ber çav hêne wergirtin ka dê çend şêt di helbijartinan da dengan bidest xwe ve înît herwesa pêkhata komelayetî û aliyê ekadîmî jî dê li ber çav hêne wergirtin.


Evro: Bo helbijartinên bihêt di destnîşankirina berbijêran da hewe sinurên cugrafî û babetê eşayirî jî li ber çav wergirtî ye?


Ebdulxaliq Babîrî: Sinurê cugrafî û pêkhata civakî dê li ber çav wergirîn, dîsan pêkhata aynî jî dê li ber çav wergirîn.


Evro: Berî niha nivîsîngeha helbijartinan behsê projeyekê dikir ku bi piroseyeka helbijartinan di nav rêkxistiyên partî da berbijêr bihêne destnîşankirin, aya ew proje bicih nehat?


Ebdulxaliq Babîrî: Ji rûyê piraktîkî ve em nekeftîne di nav wê pirosê da, herçende hêşta bo destnîşankirina filterê dûmahiyê yê berbijêran me aliyeteka merkezî destnîşan nekirî ye, niha liq û lîjnên partî yê di qunaxa destnîşankirina berbijêran da, paşî weku filterek li liqê dê danustandin li ser wan berbijêran hête kirin. Renge destnîşankirina berbijêran di nav rêkxistinên partî da em rast nebînîn, jiber ku wî layenî jî kêmasiyên xwe yên heyin û bi wî rengî belkî kadirên di nav rêkxistinê da weku berbijêr pitir cihê xwe bikin û pirosa destnîşankirina berbijêran me nebitinê bo kadirê partî dîmokiratî Kurdistan e, belku me bo alîgir û xelkê nêzîkî partî û hemû texên civakî ye, lewma renge ew pirose ji rûyekî ve ya seqet be, lê renge ew berbijêrên dihêne destnîşankirin li dûmahiyê di çarçuvê desteyeka hizbî da bihêne vavartin, anku boçûna hizbê bi rêya lîjnên nawiçan û liqan û mekteba siyasî bihête wergirtin û di encamda rêkikeftin li ser wan berbijêran bihête kirin yên ku bişên di pirosê da bi serkevin û xizmeta xelkê Kurdistanê bikin bi rêya bernamê partî dîmokiratî Kurdistan.


Evro: Anku nemerce berbijêrên hewe bo perlemanî û civatên parêzgehan hemû ji rêkxistiyên partî bin û renge mifay ji xelkekê dî jî werbigirin?


Ebdulxaliq Babîrî: Belê, bîrikirina me bo destnîşankirina berbijêran kadirên jêhatî ne û nemerce bitinê ji rêkxistinyên partî bin û dê mifay ji ekadîmiyan jî bînîn û dîsa rûyê civakî jî dê li ber çav wergirîn û ji rûyê ekadîmî ve hindek kadir yên heyin dê şên di nav perlemanî û civatên parêzgehan da xizmeteka baş pêşkêşî xelkê Kurdistanê ken û renge rûyê ekadîmî bibee egerê hindê ew dezgeh pêşibkevin.


Evro: Dihête gotin li carên berê demê liqên partî berbijêr destnîşan dikirin û bo mekteba siyasî di hinartin biriyara dûmahiyê bo mekteba siyasî bû, niha jî her wesane?


Ebdulxaliq babîrî: Belê, di nav partî da heykelê rêkxistinê bitinê xudanê biriyarê nîne, ji ber ku partî rêkxistineka neteweyî ye hemû dezgehên partî di bine şirîk di dana biriyarê da liq jî şirîke, mekteba siyasî jî desthelata xwe ya hey, dîsan me serokayetiya partî jî ya hey û gelek caran kadirên dêrîn û xodan ezmûn û şareza jî dibine şirîk di wan biriyaran da, lewma hemû dezgehên partî di pişkdarin di biriyara dûmahiyê ya destnîşankirina berbijêran da.


Evro: Hûn pêşibînî dikin rêja dengên partî di helbijartinên bihêt da çend bin?


Ebdulxaliq Babîrî: Di helbijartinên burî da di nav senterê Dihokê da hindek dengên partî kêm bûn, ne ji ber ku liqê şulekê baş nekiribû yan kadirên partî şulekê baş nekiribû belku çalakî û bizavên gelek baş yên encamdayin, lê ji ber ku renge heykeliyeta rêkxistinê yan heykeliyeta birêvebirina piroseya helbijartinan ta radeyekî seqetî têda hebû, lewma bo van helbijartinan me hemû kêm û kasiyên di helbijartinên burî da berçav wergirtîne û me rêyên çareseriyê bo dîtî ne û bi bawera min di nav senterê Dihokê da rêja dengên partî dê bilindtir be ji helbijartinên burî.


Evro: Rêja partî dê çend ji sedê ji helbijartinên bûrî pitir be?


Ebdulxaliq Babîrî: Renge dengên hemû aliyên siyasî zêde bin ji ber ku sê miwalîdên dî jî dê pişkdariyê di helbijartinan da bikin, lê di nav sineterê bajêrê Dihokê da 3 -4% rêja dengên partî ji helbijartinên berê dê zêdetir bin.


Evro: Çi fakter hene ku hûn di wê baweriyê da bin rêja dengên partî dê ji yên berê zêdetir bin?


Ebdulxaliq Babîrî: Di helbijartinên burî da heykelê birêvebirina piroseya helbijartinan û heykelê rêkxistinê di guncay nebûn niha heykelê rêkxistinê yê amade ye û heykelê me bo piroseya helbijartinan jî danay serkeftî tire û pitir dê şêt di nav xelkî da kar ket û razî ket ku dengî bidene partî, ji layekî dî ve jî destkeftên mezinên kabîna heftê ya hikûmeta Kurdistanê û projeyên stiratîcî li hemû Kurdistanê û Dihokê û bi taybetî jî çend cara seredana serokê hikûmetê bo Dihokê û vekirina pirojên giring ku eve dê bine palder bo bernamê partî, herwesa helwîstê partî ji rûyê netewey ve û herwesa wêrekiya serokayetiya herêma Kurdistanê û armanca partî ku di Kungirê 13 da mafê çarenivîs bo xelkê Kurdistanê kirî ye armanca xwe nexasme di vê qunaxa niha rojihelata navîn têda diburît eve hemû fakterin ku em pêşibînî bikin dengên partî dê zêde bin.


Evro: Bi baweriya we rêja dengên aliyên dî yên siyasî dê bilind bin yan kêm?


Ebdulxaliq Babîrî: Bi bawera min weku rêja dengên êkgirtûya îslamî li senterê parêzgehê dê kêmtir bin ji helbijartinên burî, lê weku deng renge zêdetir bin ji ber ku sê miwalîdên nwî dê pişkdariyê di helbijartinan da ken. Rêja dengên goran gelek dê hêÜne xwarê ji ber ku di helbijartinên burî da ew dengên bo goran çûyin gelek dengên qaydê cemawerî yê êketiyê bûn lewma renge ew deng bo êketiyê bizivirine ve.


Evro: Bi baweriya we goran dê şêt li sînurê parêzgeha Dihokê kursiyekê bo helbijartinên perlemanê Kurdistanê bidestive îne?


Ebdulxaliq Babîrî: Bawer nakim, ji ber ku dengên goran bi rengekê giştî li hemû Kurdistanê li cara berê dê kêmtir bin.


Evro: Behsê avakirina çend baregayekên nû yên hizbê û kêmkirina baregayan li nav bajêrî dihête kirin ew proje gehişte çi qunax?


Ebdulxaliq Babîrî: Hebûna hijmareka mezina baregehên hizbî di nav bajêran da kartêkirineka nêgetîv ya li ser civakî hey û me divêt kêm bikin û jilayê rêkxistinê ve jî di encamda baregehên heyên xwarê dê di sivik û bê şiyan bin lewma me divêt ew baregayên partî yên di mîne di nav bajêrî da jilayekê ve giraniya xwe hebe û ji layekê dî ve jî bila sîmayê bajêrê me yê medenî be û em baregehan kêm bikin û me ev proje destpêkirî ye û ev sale me sê baregayên nû vekirîne û em pêdivî sê yên dî ne bo lîjnên nawiça û niha yê di qunaxa bicihînanê da û heta sala bihêt hemû baregayên lîjnan dê hêne bicihînan û baregayên zêde yên rêkixirawan hemû dê hêne rakirin û bo baregayê liqê jî dîzayin bi dûmahî hatî ye û demê heyivekê da bi rêya tenderî dê avakirina baregayê liqê denef kompaniyekê û dê dest bi avakirina wê hête kirin.


Evro: Bi bawera hewe eger çine ku çend aliyekên siyasî li dijî wê çendê ne distûr biçe rîfirandomê?


Ebdulxaliq Babîrî: Li gor berjewendiyên bertengên hizbayetî wan divêt distûrî vegerîne perlemanî her çende distûr bi lihevhatineka siyasî û nîştîmanî li perlemanî hatî ye pesend kirin û hemû aliyên siyasî jî têda di pişkdar bûn û ji rûyê qanûnî ve hemû pênigav yên derbazkirîn û her aliyekê distûrî vegerîne perlemanî dê bi wê çendê hête gunehbar kirin ku serpêçiya qanûnê kirî ye, lewma serokê herêmê û perleman neşên distûrî vegerîne ve û jilayekê dî ve jî heke evro bi rengekê distûr bo me baş be û subahî bi rengekê dî pa berjewendiya xelkî çawa ye, lewma em dibêjîn armanca opozisiyonê berjewendiyên hizbî ne û dixwazin babetê distûrî weku propagndeya helbijartinan bo xwe bikar bînin.

Nûçeyên têkildar