Mekteb siyasiya PDKê peyamek pêşkêşî ZagrosTV kir

Bi helkefta 8mîn salvegera damezrandina kanala asmaniya ZagrosTV duhî mekteb siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî stafa ZagrosTV kir.
Di vê peyama han de hevdem ligel pêşkêş kirina pîrozbayiyan, mekteb siyasiya PDKê hêviya serkeftinê ji kanala han û stafa vê re xwestiye.
Di beşeke din ya vê peyama han de hatiye nivîsandin ku, em li benda tiştên baştir û destkeftên baştirin û hêvî dikim zagrostvê berhem û programên nû pêşkêş bike û bi vê rengî xizmeta raya giştî ya Kurdistanê bike.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)