Dezgeha xêrxwazî ya Barzanî xuleka bîrkarî bo 450 xwendevanan vekir
Şêladizê-KDP.info/ Peymangeha meşiq û rahênanên pîşeyî Şêladizê ya ser bi Dezgeha xêrxwazî Barzanî rabûye bi vekirina xuleka bîrkariyê bo (450) xwendevanên pula şeşê li sînorê devera Amêdî û di vekirina evê xulêda birîz (Behmen Ehmed) rêveberê nahiya Dîrelokê û nûnerî lijna Şêladizî amadebibûn.
Di vî warî de Şevgêr Remezan berpirsê peymangeha meşq û rahênanên pîşeyî Şêladizê ewa ser bi dezgeha xêrxwazî ya Barzanî ve bo KDP.info diyarkir ku, " Me giring zanî vê xulê bo xwendevanên pola şeşê vekin çunku gelek ji xwendevanan ew şiyan nînin bi xwe mamostayê taybet bigrin lewma me ev xule bo 450 xwendevanên sînorê devera Amêdiyê vekir û ev xule dê bo mawê çar rojan bidome daku hemû xwendevan wek yek beşdarbin û li dev me hindî bên dê xizmeta hemû xelkê kin lê zêdetir em di xizmeta kesanên hejar û kêm deramet dene




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)