9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê Yek beyannamek bi helkefta şehîdên Ordîgayê zêwe belavkir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Di qunaxên bizava azadîxwaza gelê kurd de gelek karesat û rûdanên dûr ji hesta mirovayetîyê bi serê milletê mede hatîne wek karesata tirajîdiya (961985)ê ku rêjêma be'sa ruxiyayî bi heşt firokên cengî sînorê Êranê bezandin û bi hovane hêrş kirine ser Ordîgayê zêwe yê penaberan û li encamde bêtir ji (120) kesan şehîd bûn û jimareke zor birîndar keftin.

Bordomankirina Ordîgayê zêwe jilayê rêjêma be'sa gur bi gur ve serpêçiyeke dijî hemî sînorên mafên mirovayetîyên nîvdewletî ve.

Penaberên Ordîgayê zêwe ew kurd perwer bûn yên li encamê şoreşa Îlona mezin û paş karesata (1975)ê aware bûn û sererayî bar û duxên sext û dijwar xuragirtin û ne di amade bûn xwe bidene destê rêjêma be'sa faşîst.

Ev karesat û enfal û cînosayd bûne fakterek ku bin destiya gelê me û huvetî û şufîniyeta dijminên gelê me bu cîhanê de niyasîn. Lê her karesat û pîlanên dijminan bûne egerê bêtir rijdibûna gelê kurdistanê liser xebatê û yek rêzî û bihêzixistina bîr û bawerên kurdayetiyê û îro ji encamê wê xweragirî û qurbanîdana xelkê kurdistanê îro xwedan hikûmet û perlemanîn.


Li vê bîreweriyê binavê liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê serexweşiyê li hemî kes û karên şehîd û birîndarên Ordîgayê zêwe û tevaya şehîdên rêyîa azadiya kurdistanê û serwerê wan Barzaniyê nemir û kak Idrîsê herdem sax dikin

Nûçeyên têkildar