9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Bi amadebûna nûnerê serok Barzanî civata gundê Sipîndara berê garê hate damerzrandin

Çavkanî: KDP.info

Dêreluk-taybet bi KDP.info/ Bi merema xurtkirina giyanê lêburîn û birayetî û pêkve jiyanê û nehêlana kêşe yên civakî dinavbera xelkê deverê de, duhî bi amadebûna Şêx Umran Barzanî nûnerê serokê herêma kurdistanê û Ferîq Faruq berpirsê liqa 18ê yê PDKê û Serbest Lezgîn berpirsê liqa 8 û Husên Xalid qaymqamê qeza Amêdiyê û jimareka berpirsên dam û dezgehên hizbî û hikûmî û rîhsipî û maqulên deverê, di rêuresmekê taybet de civata yekgirtina her çar gundên Sipîndra berê garê mijê û kevne mijê û gêrgaşê bi serokatiya Hemze Sipêndarî hate damezrandin.

Li destpêkê berpirsê civata her çar gundan bixêrhatina mêhvanên birêz kir û got ji zû de nakukî di navbera meda hebû lê nuke em her çar gund bûne yek û dê pêkve xizmeta xwe û milletê xwe keyn.

Paşan Şêx Umran Barzanî nûnerî serok Barzanî peyvek pişîkêşkir got: silavên serok Barzanî gehandine amadebûyan û got kêşe çenda mezin bît yan bicîk em pêkulê dikeyn evî arîşê nehêlîn û her di kevin de heta niha em di xizmeta çareseriyê de ne di her rêkeka hebît.

Paşan nan xwarinek bo amadebûyan hate berhevkirin û hemû bi dilekî xweş çûne destê yek û soz dane yek ko bidlekê paqij bêkve karbikin.
 

Nûçeyên têkildar