9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Hêmin Hewramî: Destûr merceke girîng ya demokrasiyê ye

Çavkanî: KDP.info

Duhî li bajarê Silimaniyeyê semînarek bo Berpirsê peyvendiyên derve yên partiya demokrata Kurdistanê Hêmin Hewramî hate sazkirin.

Di vê semînara han de ku, hijmareke endam û kadroyên PDKê yên li Silimaniyeyê têde beşdarbûnm Hêmin Hewramî behsa meseleya destûr û girîngiya hebûna destûr bo demokratîze kirina civak û pergalên siyasî kir û ragehand ku, destûr û hebûna destûr yek ji mercên sereke bo demokrasî kirina civak û pergala siyasiye.

Di beşeke din ya vê semînara han de Hewramî behsa girîngiya rola PDKê ya ji bo damezrandin û bingeh û pîwanên demokrasiya Kurdistanê û damezrandina kiyana netewî ya Kurdistanê kir.

Hewramî di berdewamiya semînara han de eşkere kir ku, Serok Barzanî di warê damezrandin û awedan kirina jêrxana abûriya welat û bingehên destûra Kurdsitanê û herwiha saz kirina têkeliyên diplomatic roleke gelek girîng lîstiye. Jêder KTV

 

Nûçeyên têkildar