PDKê daxwaz ji Berîtaniya kir gelek çavdêrên nêvdewletî beşdarî di helbijartinên Kurdistanê de bikin

Hewlêr-KDP.info/ Di dîdarekê de Hêmin Hewramî berpirsê peywendîyên derve yên Partiya Demokrat a kurdistanê digel Hiyo Şîvansî konsulê giştiyê Berîtaniya li Hewlêrê, çend tewerên giringên girêdayî rewşa nuke ya kurdistanê baskirin.
Hiyo Şîvansî konsulê Berîtaniya hêvî xwast seqamgîrî û pêşkeftinên herêma kurdistanê li hemû astên xwe de berdewam bît û berheviya welatê xwe û civakê nêvdewletî dûpatkir bo hevkariya herêmê, di serxstina helbijartin û şiyanê, îdaredana helbijartinan.
Piştre Hêmin Hewramî ew yek berçavkir ku, herwek çawa serokê herêma kurdistanê ragehandiye, pirosêsa dîmokirasiyê li herêma kurdistanê jibo paşve naçît û di pirsa destûrî de, bêyî dengdana welatiyan ku mafekê siruştî yê wane, çi hêzeka siyasî û îdarî desthelata vegerandina wî piroje nîne.
Hêmin Hewramî li dur helbijartinan jî tekez kir ku Partiya Demokrat a kurdistanê xwe jibo serxistin û bi destxstina armancên baş û pirosêsa dîmokrasiyê amade dike û gavên erênî dê havêjît.
Hewramî bi navê Partiya Demokrat a kurdistanê daxwaz ji konsolê giştî yê berîtaniyayê kir, bêtirîn çavdêrên biyanî jibo helbijartinan ji sazî û rêkxistiyên dîmukirasî û sivîl yên Berîtanî jibo herêma kurdistanê bang biket, daku çavdêriya helbijartinên îsal yên herêma kurdistanê biken. berçavkirina helwîst û dîtinên Partî liser pêşdeçonên Iraqê û Sûriyê û deverê beşekê dî yê axftinên Hewramî bû




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)