9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Serbest Lezgîn: Destûr bi tenê maye xelkê kurdistanê biriyarê li ser bidin

Çavkanî: KDP.info

Zaxo-KDP.info/ Serbest Lezgîn endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê heşt li Zaxo, pêş encamdana berîkaneyeka zanistî dinavbera lijnên li sînorê liqê de û xelatkirina çend rêkxirawên çalak da, li hola baregayê liqê 8 peyvek pêşkêkir û xuyakir ku destûr bi tenê maye xelkê kurdistanê biriyarê l ser bidin.

Serbest Lezgîn xuyakir ku destûr bi tenê maye xelkê kurdistanê biriyarê li ser bidin û dûpatkir ku serok Barzanî gelek bi aşkirayî û zelalî di peyama xwe de li bîreweriya şoreşa Gulanê ev pirse bo cemawerê kurdistanê şirovekir ku babetê destur hemî qunaxên yasayî derbaskirîne û bi tenê maye xelkê kurdistanê biriyarê liser vî desturî bide birêka rîfrandûmê.

Endamê civata serkirdayetiya Partî xuyakir jî ku destur ne mulkê hîç hizb û kes û rêkxirawekê ye û mulkê hemî kurdistaniya ne û biriyara dumahiyê ya wane.

Her divê peyvê de Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partiya Demokrat a Kurdistanê amaje daye pirsa helbijartina serokê herêmê û pêtviya vê qunaxê bi kesekî lêhatî û xemxurê gelê kurdistanê û pêdagîrbî liser parastina berjewendiyên milletê kurd û herêma kurdistanê.

Serbest Lezgîn got jî, ji ber helwîst û siyaseta rasteqîneya Partî û şexsê serok Barzanî her carê bi behaneyekê hindek hêz û layen divên alozî û lengiyê bêxne li pêş serbora me livê qunaxê.

Berpirsê liqê 8ê Partî ji hemî kadir û endamên Partî xwast gelek bi hişiyarî û hest kirin bi berpirsiya nîştmanî û neteweyî û dûr ji hez û xwastên kesukî em hemî livê qunaxê peyt û pêgîrbin bo parastina wan armanc û bernamên Partî xebatê bo dike ku bi tenê ewn zaminê yek rêziya gelê kurdistanê û bi cih gehandina maf û daxwazên milletê me û rê girtin li pîlan û hewlên têkdan û alozkirina rewşa welatê me.

Nûçeyên têkildar