9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Her du mekteb siyasiyên PDK û YNK civiyan

Çavkanî: KDP.info

Di çarçoweya civînên hevbeş yên her du mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistan û yekîtiya nîştimaniya Kurdistanê de, duhî li Silimaniyeyê her du mekteb siyasiyên han bi Serokatiya Kusret Resûl û Nêçîrvan Barzanî civiyan.


Di civînê de rewşa siyasî û emnî ya Iraqê û rewşa siyasiya Kurdistanê û peywendiyên navbera herdu aliyan hate gotûbêj kirin.


Sebaret bi rewşa Êraqê herdu aliyan nîgeraniya xwe libarê pereseninên emnî anîn ziman û herdu polîtboruyan derbarê ew kiryarên terorîstî ku li navçeyên cuda cuda yên Iraqê girtine ber xwe û bi taybet bajarê Bexdadêne rihetiyên xwe bilêv kirin. Di heman demê de hevxwemiya xwe li gel kes û karên qurbaniyên teqînan û karên terorîstî nîşan dan bi taybet welatiyên sivîl ku bûne armanca terorîçstan û  reşkujiya xelkê bê tawan şermezar kirin .

 

Her weha herdu polîtoruyan di civînê de ji bo çareseriya qeyranên siyasî yên Iraqê teqez li ser vegeryana desturê û rêkeftinan û sazan û şeraketa kirin ku tenê bi wê yekê dikarin rê li xirapiya rewşa emnî ya Êraqê û şerê navxweyî bigrin.civînê bidûvçûnek hûr derbarê rewşa siyasî ya Kurdistanê kir bi taybet li bare nîqaşên û behs û xwestekên ku pirsa hilbijartinan û desturê aniyê hole û di wê bare de herdu aliyan dîtina xwe û têbîniyên xwe li ser pabendbûna bi hevpeymaniya sitratejî û geşepêdanê bi aşkira û bi awayekî diyar kirin.


Her weha herdu alî li ser wê yekê yekbûn ku nabê ev behs û babetane rewşa siyasiya Kurdistanê bighînin astengiyan û her weha hewldan bo dîtina rêçareyekê û derbaskirina vê rewşê bi karekî pêwîst zanîn, bo vê mebestê jî herdu aliyan hevnêrîn bûn li ser goftûgoyên zêdetir û danûstandinê li ser hemû arasteyan.


Her weha civînê çend babetekî pêwîst bi peywendiyên navbera herdu aliyan gotûbêj kirin.

 

Polîtboruya

 

Partiya Demokrat a kurdistanê

Yekîtiyan Niştimanê ya kurdistanê

29/5/2013

 

Nûçeyên têkildar