9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Bîreweriya şoreşa Gulanê li Erdena hate saxkirin

Çavkanî: KDP.info

Erdena-KDP.info/ Bi helkefta bîreweriya 37 saliya şoreşa Gulana pêşkeftinxwaz herdû lijnên Sersink û Bamernê biharîkariya liqê 18 yê Partiya Demokrat a kurdistanê wek wefadarî bo xebata wan û xwîna şehîdan û rêbaza Barzanî rabûn bi amadekirina mêhvandariyekê xwarna danê nîvro û ahengeka hunerî bu pitir ji 800 pêşmergeyên vê şoreşê li havîngeha Eredina li roja sêşebê rêkeftî 28-5-2013.

Bi berhevbûna hêjayan Frîq Faruq berpirsê liqê û Mişîr Mihemed rêveberê nahiya Sersinkê û Ayser Cercîs rêveberê nahiya Bamernê û lîwa Hikmet Mihemed Tahir fermandê lîwa 4 li Bamernê û muqedem Segvan ji zêrevaniya sînuran li Qediş û hijmareka dî ya berpirs û kargêr û pledarên hizbî û mîrî û leşkerî û pêşmergeyên şoreşa Gulanê li sînurê herdû nawçên Sersinkê û bamernê û rî sipî û maqulên deverê rêwresmên saxkirina vê bîrewriyê bi deqîqek rêzgirtin bo giyanê pakê şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û kak Idrîsê hedrdem sax destpêkir.
 

Nûçeyên têkildar