9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Li geliyê Çemankê bîreweriya şoreşa Gulanê hate saxkirin

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê-KDP.info/ Saxkirina bîreweriya şoreşa 26ê Gulanê bi gêrana mêvandariyeka xwarina nîvro û ahegenka millî û fuluklurî li havîngeha geliyê Çemankê bo hijmareka pêşmergeyên şoreşê hate gêran li nîvroya roja dûşembê rêkeftê 27/5/2013.


Li jêr çavdêriya hêja (Ferîq Faruq) berpirsê liqa 18 ya Partiya Demokrat a kurdistanê û bi amadebûna berpirs û kargêrên liqê û berpirs û kargêrên lijna nawça çemankê û rî sipî û maqulên deverê û hijmareka zor ji pêşmergên şoreşa Gulanê ya pîşkeftinxwaz li gelê Çemankê rêwresmên saxkirina bîreweriya şoreşa 26 gulanê bi xulukek rawestan rêzgirtin û wefadrî bo giyanê pakê şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û kak Idrîsê herdem sax destpêkir.

Li duvde peyva liqa 18 ji layê çavdêrê ahengê hêja (Ferîq Faruq) bepirsê liq  18ve hate xwendin, têda behsa bizava rizgarîxwaziya kurdî kir û amaje da şoreşên Eylul û Gulanê û rolê xelkê devera qeza Amêdiyê di van şoreşan de û çendîn dastan û qaremanî înane bîra berhevbûyan û hêvî xwastin ev yade bibîte handerek ku bêtir xelk li dur serkirdayetiya kurdî xirvebibît.


piştî xwarna danê nîvro ahengeka hunerî hate gêran û çendîn stiran hatin gotin digel dawetên filuklurî de.

 

Nûçeyên têkildar