Zaxo (37) emîn salvegera şoreşa gulanê bi çendîn çalakiyan saxkir

Zaxo-KDP.info/ Bi helkefta (37)Üemîn salvegera şoreşa 26ê Gulana pêşkeftinxwaz liqê 8ê Partiya Demokrat a kurdistanê li Zaxo ev yade bi sazkirina çendîn çalakîyên cuda saxkir.
Bi berhevbûna Serbest Lezgîn berpirsê liqê 8ê Partî li Zaxo 3 lijnên nû binavê (Gulan, Serdem, Serhildan) di navxoya senterê bajêrê Zaxo de hatine vekirin.
Di peyvekê de berpirsê liqê diyar kir ku vekirina van lijnên navxweyî bo zêdebûna hijmara rêkxistiyên Partî û berfrehbûna binkên Partî li Zaxo vedgerît û em bi omêdin ku ev lijne dê bar sivkatiyekê peyda ken û karê partayetî dê xurtir lê ken û bine pirek bo gehandina xast û pêdivîyên hawlatîyên deverê bo cihên peywendîdar.
Li dîvda senterê Eştar yê rewşenbîrî bi çavdêriya berpirsê liqê 8 pêşangeheka şêwekarî bo 6 hunermendan vekir ku têda (30) wênên cuda hatine nimayişkirin.
Bi heman merem û bi berhevbûna berpirsê liqê û herêmdarê Zaxo û hijmareka zor ji berpirs û kadirên hizbî û mîrî û leşkerî û cemawerî û helgirên medaliya Barzanî û zanayên olî û mamostayên zankoyê û bêtir ji (5000) hawlatiyan di rê û resmekê taybet de ahnegeka berfreh bo saxkirina şoreşa Gulanê dinav siruştê gundê Harîna de hate sazkirin.
Serbest Lezgîn berpirsê liqê di peyvekê de sereray bixêr hatina mêvanan çend runkirin berdane ser şoreşa Gulanê û rolê xelkê Zaxo di vê şoreşê de û got: " Şoreşa Gulanê ku tmamkera şoreşa Eylula mezin bû dûbare hêvî û omêdên xelkê kurdistanê bi hêz yek xistin û nehêla ew kerb û kîna dijwara dujmin dinav milletê me da cihê xwe bigirît û Partî bi serkêşiya rêberê netewa kurd Barzaniyê nemir diyar kir ku xelkê kurdistanê xwedan îradeyeka bi hêzin û çi pilan û nexşên dijmin neşên vê îradê jinav bibin û rolê xelkê Zaxo di vê şoreşê de bilind helsengand jiber hindê şehîdên devera Zaxo ji hemî bajêrên dî zurtir bûn eve jî mezntirîn şeref û serferaziye bo Zaxo.
Piştî nanxwarina nîvro hunermendan (Hacî Zaxoyî, Rêkêş Seyranî, Îslam Zaxoyî û Melek Rojhelat) bi gotina çendîn stiranan berdewamî dane ahengê û li dîvde çend tîpên millî bi dawetên xwe yên filiklorî xeml û rewşa ahngê geştir lê kir




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)