Liqê yek 44 saliya parêzgehbûna Duhokê li xelkê wê pîrozkir

Dihok-KDP.info/ Bi helkefta bûrîna (44) salan li ser parêzgehbûna Duhokê, liqê yekê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Duhokê di piroskeka pîrozyê da germtirîn pîrozî arasteyî tevaya xelkê parêzgeha Duhokê kirin, di piroska liqê yek da hatî ye ku parêzgehbûna Duhokê wek senterekê giringê devera Behdînan bi destkeftekê nîştîmanî û neteweyî yê şoreşa îlonê bi serkêşiya Barzaniyê nemir di hête hijmartin û têda diyarkirî ye ku parêzgeha Duhokê navenda vejandina hizra kurdayetiyê û nîştîman perwerî û pêk vejiyanê ye û rolekê pîroz di hemû qûnaxên bizava rizgarîxwaza Kurdistanê da gêraye û qorbaniyên mezin ji pêxemet azadiya Kurdistanê dane û çi demekê xelk û çiyayên wê ser bo dujmnan neçemandî ye.
Liqê yek di piroska xwe da diyarkirî ye ku Duhok ji devereka hejar û neçavdayî û kavlkirî, piştî serihildana 1991 bi piştevaniya hikûmeta herêma Kurdistanê di werar û pêşveçûnên berdewam daye û bi şanazî ve xwedan sê zanko û çendîn melbendên perwerdeyî û zanistî ye, parêzgeha Duhokê evro ser û sîmayekê nû û civakî û serdemiyane û abûrî û siyasî bi xweve girtî ye, û li jêr sîbera hikûmeta herêma Kurdistanê di hîviya paşerojeka geşitir daye.
Di vê piroskê de liqê yek supasiya rêveberiya giştiya rewşenbîrî û hunerî û werziş û lawan kir bo berhevkirina kerinevala roja parêzgehbûna Duhokê.




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)