Bîreweriya şoreşa Gulanê li Kanî Masê hate saxkirin

Kanî Masê-KDP.info/ Bi helkefta bîreweriya şoreşa 26 Gulana pêşkeftin xwaz û li jêr çavdêriya birêz (Ferîq Faruq) berpirsê liqa 18 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê û bi amadebûna şêx (Imran Barzanî) nwênerê serok Mesûd Barzanî, çendîn berpirsên hizbî û mîrî, pledarên leşkerî, rîspî, maqûlên deverê tex, twêjên jin û xwendevan û lawan û nwênerên partên siyasî, ahengeka hunerî ya qeşeng li deşta Dûrê li Kanî Masê hate saxkirn duhî rêkefta 24 meha gulanê.
Li destpêka ahengê amadebûy deqîqekê ji piyan ve rawestan rêzgirtin û wefadrî bo giyanê pakê şehîdan û serkarwanê wan Barzaniyê nemir û kak Idrîsê herdem sax, paşê peyva bixêr hatinê ji aliyê (Çavşîn Imer) berpirsê lijna navça Kanî Masê hate xwendin û peyva çavdêrê ahengê ji aliyê (Ferîq Faruq) bepirsê liqî 18 hate xwendin, û daxwaz ji şêx (Imran Barzanî) nwênerê serok (Mesûd Barzanî) hatekirin bo xwendina peyvekê û rêzdar di peyva xwe da amaje da rolê devera Berwarî bala di şoreşa Gulanê de û navên çendîn şehîdên qareman hatin xandin û amaje bi rolê wan yê karîger hate kirin.
Paşê bişka dûyê ya ahengê hate destpêkirin bi beşdarbûna hunermendê şoreşgêr (Şivan Perwer) û hunermendan (Dilinya Qeredaxî û Bilind Ibrahîm û Hacî Zaxoyê û Rêkêş Seyranî û Ehmed Şingarî) zêdebarî beşdar bûna herdû tîpên milî (Bêtkar û Ravîna) yên dawet û dîlanên filiklorî li dumahiyê aheng bi dengê (Şivan Perwer) bi dîlan û sema dirêje pê hate dan, her di vê ahengê de (36) pêşmergên şoreşa Gulanê yên pila berpirsayetiya rêkxirawên leşkerî wergirtî, wek rêzgirtinek bo xebata wan hatin xelatkirn.
Dîsan (13) kesayetî û layenên harîkar û piştevan bo encam dana vê ahengê hatin xelatkirin ji hejayê amajê ye ku nêzîk 10 hezar kesan berhevî ahengê bibin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)