9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê yek bi helkefta bîreweriya şoreşa Gulanê beyaninamek belav kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ şoreşa 26 Gulana pêşkeftin xwaz omêdek bû bo gelê kurd û bersvek bû bo dujminan.

Ew şoreşa ku bûye temamkera şoreşa Eylula mezin piştî mezntirîn pîlana nav dewletî hatiye encam dan jibu nehêlana navê şoreşê li sala 1975ê.

Şoreşa Gulanê piştî qurbaniyeka zor û destkeftên mezin bû hêvênê berxwedan û dastan û berdewamiya gelê kurd dinav tevgera rizgarîxwaz jibo bi desveynana maf û daxaziyên xelkê kurdistanê û ew şoreşa bûye hêzek jibo jinavbirina wan hez û kerb û kînên dixwastin ser gelê meda bisepînin roj bur û jê ev şoreşe pêşveçû berê xelkê dilsoz û kurdperwerê kurdistanê kefte vê şoreşê û bu bingeh û rêgehê hêz û partên dî yên siyasî yên Iraqê ku di gurepana wê ya siyasî de berdewamî bi xebata xwe biden.

Şoreşa Gulanê bi deskeftên xwe yên nîştîmanî û şoreşgêrî ve wek (berey cut) û (berey kurdistanî) têda hatine damezrandin û ew hêvî û omêdî bo wî xelkî dirust kir ku hemî çîn û texên civakî yên kurdistanê bikevne dinav rêzên şoreşê û berdewamiyê bi xebatê biden ta ku sala 1991ê ku serkêş û rêberayetiya serhldanê kirî û kurdistan ji xwastên diktatoriyetê rizgar kirî û her divê salê de abuiye ku serok (Mesûd Barzanî) li bajêrê (Kuye) ragehandî ku pêwîste helbijartin bihêne encam dan da ku van destkeftên mêjûy bi parêzîn û berevaniyê lê bikeyn.

Îro jî Partî û serok Barzanî dirjdin li ser hindê ku gel serçavê biriyardanê ye jibo çespandina dîmokratiyetê û desturê kurdistanê.

Jibo pêşwazîkirneka hejî bîrewriya 26ê Gulanê me wek liqê yek xwe amadekirbû rêzgirtineka mezin bideyne mêjûya vê şoreşê û ahengeka mezin sazbikin li wî cihî ku pêşmergên qaremanên vê şoreşê çalakiyên Partî zanî û dastanên mêraniyê têda tomar dikirin ku li nêzîkî baregayê lijna navça Dihokê yê caran li geliyê Hesen Avakê di şoreşa Gulanê da.


Jiber ku li şeva 23 li ser 24/5/ 2013ê rûdaneka neçaverê kirî dinav senterê bajêrê Dihokê hate rûdan ku bi egerê şurteka elktirîkê agir ber bûye çend dukaneka û ziyaneka mezin ber xwedana keftî ye û xelkê Dihokê jî hevxem bûne digel ziyanivêkeftiya, xweşbextane çi ziyanên giyanî divê rûdana mezin de nebûne û hîviya selametiyê bo birîndaran dxwazîn.


Lewma bo xelkê xwe yên dilsoz radgehînîn ku me ahenga xwe ya (26ê) Gulanê ya ku jivan bû li 25/5 bihête sazkirin, bihête ragirtin weku derbirîna hevxemiya xwe beramber xelkê şerefmendê bajêrê Dihokê û dengê xwe dixîne pal wan jibo piştevanî û gehandina dengê wan bo cihên berpirsên bilnd li hikumeta herêma kurdistanê.Û daxaza lêborînê ji xelkê xwe yê bajêrê Dihokê û Sêmêlê dikeyn ewên ku hatîne agehdar kirin bo beşdariyê di ahengê da biken.

Liqê yek
Partiya Demokrat a Kurdistanê
24/5/2013

Nûçeyên têkildar