9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Rikaberên Partî pêş wext dizanin serkeftinê bi destive naynin

Çavkanî: KDP.info

Hewlêr-KDP.info/ Endamekê civata serkirdayetiya Partî Elî Ewnî diyar dike, parteka weku Partiya Demokrat a Kurdistanê ku hemû aydulujiya wê xizmetkirina neteweya xwe be ji hîç layenkî natirse û her aliyekê di gel da bikeve rikaberiyê dê şikestinê îne.


Elî Ewnî endamê çivata serkirdayetiya partî û berpirsê liqê 20 yê partî dîmokiratî Kurdistan li Şêxan bo rojnama evro diyarkir, hemû berbijarên wan xwedan serborin û xelkê deverê ne û got: " Partiya Demokrat a Kurdistanê di hemû deman da xema wê ew bûye xizmeta xelkê xwe bike û xelê Kurdistanê jî baş dizane ku ew parta wane ji ber wê çendê ji ber wan em beşdarî evan helbijartinan bwîne û kandîdên partî dest nîşan dike baş dizane dê xizmeta wan bi wan hêtekirin jiber wê çendê me kurên deverê helbijartîne û me baweriyeka mezin bi wan heye."


Elî Ewnî amaje bi wê çendê kir ku kandîdên partî hatine taqîkirin jilayê xelkî ve û got: "pêş wext evên niha nûneratiya partî dikin bo helbijartinan jilayê xelkî ve hatine taqîkirin ku pitiriya wan serbor li wan cihan heye."


Endamê civata serkirdayetiya Partî li dor kî dê rikaberiya partî li helbijartinan ket got: "Ew layenên li gel Partî rikaberiyê bike pêş wext dizanin ku neşên serkeftinê bînin û di dorandîne çunku pitiriya xelkê Kurdistanê yên li gel partî û ev çende pêk ve girêdaneka keliturî ye û girêdaneka ruhî ye jiber wê çendê em bi wireyeka geleka bilind û bi hîvî temaşeyî wan dikin çunku her car milletî ya selmandî ku bi tenê partî ya serkeftî ye û serkeftina berbijarên Partî serkeftina xelkê Kurdistanê ye nek ya Partî ji ber wê çendê dîtina me bo helbijartinan ya diyar û aşikiraye."


Li dûmahiyê berpirsê liqê 20 yê Şêxan Elî Ewnî ew çende diyar kir ku rewşa siyasî ya wê deverê piştî wan pêşihatên vê dûmahiyê li mûsil û Enbar dukêla agirê wan gehiştî ye Şêxan û nimûne li ser wê çendê kuştina heşt kurdên êzdî li bexda ku ev çende wê radigehînit ku hindek layenan nevên xelk tena bijît û bi hîviya wê çendê rewş tena bibe bo hindê xelk bi asanî û tenahî rojên xwe derbaz bike.

Nûçeyên têkildar