Bîreweriya şoreşa Gulanê bi çend çalakiyan dihête saxkirin

Dihok-KDP.info/ kargêrerkî liqa yek ya Partiya Demokrat a Kurdistanê ragehand ku liqê yek ya Partiya Demokrat a Kurdistanê dê rabît bi saxkirina bîreweriya şoreşa Gulana pêşkeftin xwaz bi gêrana ahengeka hunerî ya mezin li roja şembî 25/5/2013 li gundê Elnkê, ku nêzîkî baregayê lijna nawça Dihoke li ser demê şoreşê da, ev devere jiber hindê hatiye helbijartin ku ahenga saxirina şoreşa Gulanê lê bihêtekirin, li wî serdemê şoreşa Gulanê rolekê mezin berçav û pîroz têda gêrabû.
Xalid Ehmed kargêrê liqa yek ya Partiya Demokrat a Kurdistanê bo KDP.info got jî hemî tex û çînên çivakî rêh sipî û kesayetî û pêşmergên şoreşa kulanê û rêkxirawên afretan û lawan û berpirs û kadrên liqên Partî dê beşdarbin, dê çendîn birgên hunerî bi xwe ve girît ku derbirînê ji xweşî ya mêvana biket,xuyakir jî ev bîreweriye zora giringe nexasme li van kawdanêt îro kurdistan têda derbas dibît jiber vê çendê bi şêweyekê berfrehtir li salên burî şoreşa Gulanê li parêzgeha Dihokê dihête saxkirin




__2014_08_27_h18m58s42__LB.jpg)