9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

PDK ê peyamek pêşkêşî Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê kir

Çavkanî: KDP.info

Bi helkefta 51 saliya damezrandina yekîtiya mamosteyên Kurdistanê mekteba siyasiya Partiya Demokrat a Kurdistanê peyamek pêşkêşî yekîtiya han kir.

Mekteba siyasiya PDKê eşkere kiriye ku, Yekîtiya Mamosteyên Kurdistanê weke saziyeke pîşeyî di nava mercên dijwar de hatiye damezrandin û weke saziyeke pîşeyî parêzereke bihêz ya maf û daxwazên rewa yên gelê Kurd bûye.

Mekteba siyasiya PDKê hevdem ligel pîroz kirina 51 saliya damezrandina Yekîtiya han, daxwaz ji vê yekîtiyê kiriye ku, weke demên derbasbûyî bo bidest xistina armanc û daxwazên Gelê Kurd xebata xwe bidomîne û hewl bo parastina ziman û çand û wêjeya Kurdî bide.

 

Nûçeyên têkildar