9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Liqê 18 roja cîhanî ya peristarên Kurdistanê pîroz kir

Çavkanî: KDP.info

Amêdiyê- KDP.info/ Di seredanekê de bo lîjna Amêdiyê ya sendîka karmendên saxlemiyê şandekê liqê 18 roja cîhanî ya peristaran li peristarên Kurdistanê pîroz kir.

Bi helkefta roja cîhanî ya peristaran şandeke liqa 18 ya Partiya Demokrat a Kurdistanê, digelda şande lîjna nawça Amêdiyê ya Partî seredana lîjna Amêdiyê ya sendîka karmendên saxlemiyê de û ji layê her yek ji (Dr. Necîb) rêveberê saxlemiya qeza Amêdiyê û (Derwîş Reşîd) berpirsê lîjna Amêdiyê ya sendîkayê‌ hatin pêşwazî kirin, şandê navhatî ev yade li perstarên kurdistanê bi giştî û yên devera Amêdiyê bi taybetî pîroz kir û karê wan bi karekê pîroz niyasî û rolê vê texê bi giring li qelemda û hêvî xwestin hemî daxazên wan bihêne bicîhanîn.

Ji layê xwe ve rêveberê saxlemê û berpirsê lîjna perstaran sipasiya liqê 18 kir bo vê seredanê û lê pîroz kirina yada wan.

Nûçeyên têkildar