9/10/2026
Partiya Demokrat a KurdistanêNûbûn, Edalet, Hevjiyan
Nûçe yên PDK

Berpirsê liqê Yek pêşwaziya şandekê nojdarên Dihokê kir

Çavkanî: KDP.info

Dihok-KDP.info/ Duhî sipêdê li roja çarşemê rêkefta 8/5/2013 li baregayê liqê yekê Partî birêz (Ebdulxaliq Babîrî) endamê civata serkirdayetiya Partiya Demokrat a Kurdistanê û berpirsê liqê Yekê Partî pêşwazî li şandekê nojdarên nexweşxana Elmanî ya tayîbet li parêzgeha Dihukê kir ku şandê navbirî yê pêk hatî bû ji nojdaran (Pirufîsor Dr. Rayner Şimîts rawêjkarê nştegeriyan) û ( Dr. Mêd Tux) û (Diktora Tavge Neqşebendî).


Di peyvekê de û wêray bi xêrhatinê li mêhvanên navbirî berpirsê liqê yek xweşhaliya xwe bi vê seredanê da diyarkirin û dest xweşî li gişt nojdar û sitafê nexweşxana Elmanî ya tayîbet kir bo wê xizmeta tendrustî ya baş pêşkêşî xelkê deverê diket û herwesan (Ebdulxaliq Babîrî) got vekirin û danana nexweşxanên biyanî bi şêwê sitander li ser astê pîverên amîrên teknelojiyayê yên pêşkeftî ji pêdawîstiyên her takekî û her civakekîne nexasme xelkê parêzgeha Dihukê


Herwesan ji layê xwe ve şandê nojdarên nexweşxana Elmanî ya tayîbet sipasiya berpirsê liqê yekê Partî kir bo vê pêşwaziya germa lê kirî û diyar kir ku merem ji vê seredanê xurtkirina peywendiyana digel Partiya Demokrat a Kurdistanê bi tayîbetî liqê yekê Partî û li dumahiyê jî (Ebdulxaliq Babîrî) amadeyî û piştevaniya xwe bo her cure harîkariyeka pêtvî da diyarkirin.
 

Nûçeyên têkildar